Li Sûriyê di heftiyekê de 550 kes hatine kuştin
!30 nexweşxane hatine armanckirin.
K24-Navenda Nûçeyan
Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê ragehand ku, di heyama heftiyekê de 500 welatiyên sivîl ji encama êrîşên rejîma Sûriyê û Rûsyayê li Helebê hatine kuştin.
Li gor serjimêriyekê ya ofîsa ragehandina Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê di heftiyekê de hejmara qurbaniyên bajar û bajarokên Sûriyê giheştine 550 kesî, ji wan 84 jinin û 35 zarokin, herwiha rêjeya qurbaniyan giheşte 68 ji sedî.
Ji aliyê xwe ve berevaniya Sivîl ragehand ku, du navendên pizîşkî li taxa Henano li Helebê hatin wêrankirin, rêxistina pizîşkên bê sînor dan zanîn ku, 130 nexweşxane êdî bo xizmeta tendirûstî nabe.