Rûsya piştgiriya danûstandinan li Şamê dike

Rûsya di şerê li Sûriyê piştgiriya rejîma Esed dike.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sirgy Lavrov ragehand ku, ew piştevaniya danûstandinê Hikumeta Sûriyê ligel opozîsyona wê li Şamê peytexta wî welatî dikin, hêvî kir ku, hikumeta Sûriyê di vê yekê de biser bikeve.

Derbarê wan danûstandina Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sirgy Lavrov di kongreyeke rojnamevanî de tekez kir ku, welatê wî piştgiriya civînekê li Şamê di navbera hikumeta Sûriyê Opozîsyonê wê de dike.

Lavrov da zanîn ku, Neteweyên Yekbûyî  û nerê wê Steffan De Mistura biryara ku, berî şeş meha derbarê danûstandinên bê şertûmerc di navbera hikumeta Sûriy û opozîsyonê de cîbecî nake.