Leşkerekî Amerekî li Rojava hate kuştin

Li bajarê Êyn Îsa hate kuştin.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergiriyê ya Amerîka(Pentagon) kuştina leşkerî xwe li bajarokê Êyn Êsa nêzîkî bajarê Reqayê ragehand.

Derbarê kuştina wî leşkerî serkirdayetiya Leşkerî ya Amerîkayê bo Rojhelata navîn daxuyaniyek belav kir, tê de wiha got:"Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê sersaxiyê ji malbat û hevalên vî qehremanî yê bi encama birîna xwe ji teqîna bombeyeke çandî li bajarokê Êyn Îsa canê xwe ji dest daye dike."

Berî niha Pentagonê ragehandibû ku, Amerîka hêzeke taybet bo alîkariya hêzên navxweyî li bakurê Sûriyê heye.

Heta niha jî hûrguliyên kuştina wî leşkerê Amerîkî nehatiye zanîn .