Nemsa şandina çek û pêdiviyên leşkerî bo Tirkiyê qedexe kir

Bi piraniya dengan.

K24-Navenda Nûçeyan

Bi piraniya dengan Parlamentoya Nemsayê pêşnyara ku, 6 partiyên siyasî pêşkêşkiribûn, tê de daxwazkirbûn ku, şandina çek û teqemeniyan bo Tirkiyê were qedexekirin qebulkir.

Derbarê vê yekê Parlamentoya Nemsayê daxuyaniyek belav kir, tê ragehand ku, bi piraniya dengan ew pêşinyar hatiye qebulkirin, ku êdî rê li ber şandina çekan û hemû pêdiviyên leşkerî bo Tirkiyê were girtin û qedexekirin.

Li gor pêşinyarê, Hikumeta Tirkiyê ti muleta şandina çekan bo welatên di rewşeke şer de dîjîn  yan jî tê pêşbînîkirin ku, şereke tê de biqewime nade.

Partiyên ku, ew pêşnyar bo Palamentoyê pêşkêşkirine amaje bi wê yekê kirin ku, Tirkiyê mafê mirovan binpêdike û li dijî opozîsyona xwe hemû alavan bikartîne.