Li Sîweregê belavkirina komirê dest pê kir
Bi destpêka werzî zistanê.
K24-Navenda Nûçeyan
Li Sîweregê belavkirina komirê dest pê kir. Ji aliyê Weqifa Alikarî û Piştevaniya Civakê ve ji bo 5 hezar malbatên ku berê helbijartîbûn alîkariya komirê hatin kirin. Komira ku ji bo wan malbatê hejar hat veqetandin bi destê xebatkarên Serkariya Şaxa Rêbeji ya 96an ve hat belavkirin.
Bi hatina zivistanê rewşa hewaya sar her ku diçe zêde dibe û welatî jî ji bo ku piştgiriya zivistanê bigirin li sukê kirîna komir û êzingan didomînin. Lê belê ji ber rewşa aborî û tunebûnê gelek malbat jî nikarin komir û êzingan bikirin. Li Sêwerega Rihayê Waqifa Alikarî û Piştevaniya Civakê ji bo wan malbatên hejar dest bi belavkirina komirê kir.
Rêveberiya Waqifê ji bo 5 hezar malbatên ku berê hatibûn diyar kirin 40 kîs komir belavkirin. Komira ku li hewşa Serkariya Şaxa Rêbejiya 96an hat komkirin ji aliyê heyşt tîmên ku ji 32 xebatkarên pêk dihat li nav bajêr hat belavkirin. Rayedarên waqifê ragihandin ku ew, ji bo her malbatê yek ton komir belav dikin û 32 kes jî ji bo karê belavkirinê hatine peywirdarkirin. Xebatkarên ku komirê li nava bajêr belav dikin ji Kurdistan 24ê re axivîn.
Xebatkarê Komirê Sabrî Ozbay wiha got:" Xwedê ji dewleta me razî be. Ji me re komir şandine. Ji ber ku zivistane em hewl didin ku komirê belav bikin û malbatên xizan xwe karibin germ bikin"
Xebatkarê Komirê Cuma Îştaş wiha axifî:" Ji bo alîkariyê em komirê ji gel re belav dikin. Em xizmetê dibin. Zivistane û gel feqîre. Xwedê ji dewletê razî be ku komir daye. Ev tiştekî başe.
Xebatkarê bi navê Dogan Ekîncî, jî li ser belavkirina komirê amaje kir ku ji bo welatî zivistanekî germ derbas bikin komirê belav dikin.
Xebatkarê Komirê Dogan Ekîncî wiha got:"Serê her malê em 40 kîs komir davêjin ber derê wan. Pêşiya me zivistane. Wê ev komirî li malên xwe bişewitînin. Em ê wan kîsên komirê deynîn ber derê welatiyan da ku bişewitînin."
Xebatkarê Waqifa Alikarî û Piştevaniya Civakê ragihandin ku ew xabatên belavkirina komirê niha bi destê 8 tîman tên meşandin û ji bo ku malbatên hejar bên tespit kirin xebatên wan wê bidomin.