Îran: Bo piştevaniya rêjîmê bi Rûsyayê her hevkariyekê dikin
Wezîrê Bergîriyê yê Îranê dibêje ku, welatê wî amade ye hemû awayên hevkariyê ligel Rûsyayê bike, bo piştevaniya rêjîma Sûriyê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Bergîriyê yê Îranê dibêje ku, welatê wî amade ye hemû awayên hevkariyê ligel Rûsyayê bike, bo piştevaniya rêjîma Sûriyê.
Wezîrê Bergîriyê yê Îranê Hisên Dehqan got: “Çi hevkarî pêwîst be, emê bi Rûsyayê re bikin, bo piştevaniya rêjîma Sûriyê û ev hevkar dê di her çarçoveyê de be jî.”
Dehqan got jî: “Îran rewşa meydanî ya Sûrî dişopîne û heger çi biryar pêwîst be jî, emê biryarê di dema guncaw de bistînin.”
Derbarê kirîna firokeyan ji Rûsyayê de, Dehqan aşkere kir, kirîna firokeyên SU 30 di karnameya Wezareta Bergîriya Îranê de ye. Herwiha got jî, Îranê bo hêza xwe ya berevaniyê de amade ye bi her welatekî re hevkariyê bike, ji bilî Amerîkayê.
Tê zanîn ku, firokeyên Rûsî di Tebaxa borî de bo yekem car binkeya Hemedanê li rojavayê Îranê bo lêdana armancên li Sûriyê, bikar anî.