Li Colemêrgê xwedîkirina Elokan
. Bihayê şamiyan li gorî giraniya wan di navbera 120 lîre û 200 Lîreyê Tirk de diguhere.
K24- Colemêrg
Li Colemêrgê peyanerê bi navê Yakup Armut li taxa Merzanê karê xwedîkirina şamiyan dike. Armut diyar dike ku ew heft meh berê ji Diyarbekirê çêlikê şamiyan anîne Colemêrgê û di nava xwezayê de karê xwedîkirina wan dike û ji ber vê yekê jî eleqe û daxwaza welatiyan ji bo kirîna şamiyan gelek zêde ye.
Li bakurê Kurdistanê pêvajoya şer û hebûna rewşa awarteya li seranserê Tirkiyê ji aliyê mercên aborî ve rê li ber wêyekê vedike ku, gelek metirsî peydabibin. Lê tevî wan rewşên neyînî jî li Colemergê welatiyê bi navê Yakup Armut ji bo ku debara xwe bike 7 meh berêdest bi karêx wedîkirina şamiyan dike û niha jî karê wî gihîştiye asteke herî baş.
Peyaner Yakup Armut amaje pê dike ku ew 7 meh berê ji Diyarbekirê çêlikên şamiyan kiriye û aniye Colemergê, ji ber ku ew wan şamiyan li şêweza xwezayî xwedî dike, karê wî her ber bi Başbûnê ve diçe.Armut ji ber eleqeya wan welatiyên ku dixwazin şamiyan bikirin gelekî jê xweş e, ev yek jî dike ku ew bêhtir li karê xwe xwedî derdikeve.
Gihînerê Şamiyan Yakup Armut wiha got:
"Ji ber ku li herêmê derfetên kar kêm in, min dest bi karê xwedîkirina şamiyan kir. Me 7 meh berê çêlikên şamiyan ji bajarê Diyarbekêrê kirî. Bihayê şamiyan li gorî giraniya wan di navbera 120 lîre û 200 Lîreyê Tirk de diguhere. Di destpêka vî karî de em hinek bi guman bûn, lê belê ji ber ku em wan şamiyan di mercên xwezayî de xwedîdikin, welatî ji bo kirîna şamiyan eleqeyeke mezin nîşandan.Ji ber vê yekê jî ez bextewarim.
Welatiyê bi navê Fazil Harmanci jî ku, yek ji şêniyê taxa Merzanê ye, bala ser giringiya xwedîkirina şamiyan û ramanên xwe wiha tîne ziman.
"Ev tiştek gelek başe ji bo Colemergê. Ev şamî, ji çêlikbûnê ve tên xwedîkirin. Ev 7 meh in têne xwedîkirin. Ji bo derdorê jî tu zirara wan tune. Dahata wan jî başe. Goştê wan jî taze ye. Li gorî dikan û bazirganan jî welatî erzantir dikarin bikirin"
Peyanerê bi nav Yakup Armut radigihîne ku ew armanc dike ku di demên pêş de karê xwedîkirina şamiyan mezin bike û zêdetir çêlikên şamiyan ji bajarê Dîyarbekirê bîne Colemergê û derxe pêşberî welatiyan.