400 sivîl li rojhelatê Helebê derketin

Bo taxa Mesakin Henano çûn.

K24-Navenda Nûçeyan

Li taxên rojhelata bajarê Helebê yê bakurê Sûriyê ku, di bin kontirola Opozîsyona Sûriyê de  400 welatiyên siwîl derketin û li navçeyên bin kontiola rejîma wî welatî bicih bûn.

Derbarê wan sivîlan Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ku, navenda wê li Lendenê ya daxuyaniyek belav kir tê de ragehand ku, şeva borî 400 sivîl ji taxa El-Heyderiyê û El-Şear li rojhelatê Helebê derketin û li taxa Mesakin Henano ya bin kontirola rejîmê bi cih bûn.

Rewangehê da zanîn ku, piştî ew sivîl giheştin taxa Mesakin Henano îro ew hatin veguheztin bo taxên rojava yên bajarê Helebê.

Tê zanîn ku, her yeke ji rejîma Sûriyê û Rûsyayê bi awayeke tûnd êrîşî taxên rojhelatê Helebê dike û heta niha gelek welatiyên sivîl bûne qurbanî.