Tirkiyê:DAIŞê çekên kîmyawî li dijî opozîsyona Sûriyê bikaranîne

Li navçeya Xelîliyê ser bi bajarokê Babê yê bakurê Sûriyê.

K24-Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê ragehand ku, çekdarên DAIŞê li bakurê Sûriyê çekên kîmyawî li dijî opozîsyona Sûriyê bikaranîne.

Derbarê vê yekê Artêşa Tirkiyê daxuyaniyek belav kir tê de ragehand ku, li navçeya Xelîliyê li derdora Babê û piştî çekdarên DAIŞê moşek avêtin 22 çekdarên Opozîsyon Sûriyê birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya Artêşa Tirkiyê birîna wan çekdaran di çav û leşên wan de bû.

Ji destpêka operasyona Mertala Feratê û heta niha 18e leşkerên Tirkiyê di şerê wê yê li dijî DAIŞê û Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD)de hatine kuştin.