11 xwendevan û mamostayek di nava agir de şewitîn

12 kesan canê xwe ji dest dan 22 kes jî birîndar bûn.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê bajarê Edeneyê agir li  avahiya xwendekaran ket û 12 kesan canê xwe ji dest dan 22 kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Edeneyê navçeya Aladagê îşev agir li wargeha xwendekarên keçik ket. Li gor ragihandina Parêzgerê Edeneyê  Mahmut Demîrtaş 12 kes canê xwe ji dest dane û 22 kes jî li nexweşxaneyê hatine rakirin.

Li gor medyaya Tirkiyê ew avahî 200 xwendevanên keç tê de hebûn.