Li Babê leşkerekî Tirkiyê hat kuştin 5 jî birîndar bûn
Herwiha 4 endamên Arteşa Azad jî canê xwe ji dest dane û 25 jî birîndar bûne.
K24-Navenda Nûçeyan
Sererkaniya Tirkiyeyê ragihand ku, di çarçoveya operasyona Cerablûsê de leşkerî wan canê xwe ji dest daye û 5 leşker jî birîndar bûne.
Sererkaniya Tirkiyê bi daxûyaniyek nivîskî da zanîn ku, operasyona Cerablûsê di roja xwe ya 94an de berdewam dike.
Herwiha Artêşa Tirkiyê da zanîn ku, ji destpêka operasyonê heta niha 101 bingehên DAÎŞê hatine xistin û hezar û 820 kîlometre koşe erd hatiye kontrol kirin.
Herwiha li bakurê El Babê di şer û pevçûnên 24 setên dawî de leşkerekî wan canê xwe ji dest daye 5 leşker jî birîndar bûne.
Herwiha 4 endamên Arteşa Azad jî canê xwe ji dest dane û 25 jî birîndar bûne.
Duh, berbangê di encama operasyonek asimanî de 3 leşkerên Tirk hatibûn kuştin 10 leşker jî birîndar bûbûn. Bi vî awayî hejmara leşkerên Tirkiyeyê ko di operasyona Cerablûsê de canê xwe ji dest dane gihişt 17an.