"Kumên Spî"xelata Mafên Mirovan û Dewleta Yasa wergirtin
Jiyana 65 hezar sivîl ji mirinê rizgarkirine.
K24-Navenda Nûçeyan
Her yek ji Almanya û Fransa xelata Mafê Mirovan û Dewleta Yasa dane rêxistina "Berevaniya Sivîl a Sûrî" ku, bi navê "Kumên Spî"têne naskirin.
Xelat di merasîmekê de bi amadebûna Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Marc Ayrault û Wezîrê Almanyayê Frank Walter Steinmeir li Almanya bo Rêveberê rêxistina Berevaniya Sivîl a Sûriyê li Idlibê Raid El- Salih hate dayîn.
Di merasîmê de Wezîrê Derve yê Almanyayê ragehand ku, xebata li dijî zordariyê wîrekî jêre divê û sipasiya rêxistinê kir li ser kar û xebatên wê.
Li gor Rêxistina Sîryan Kampîn Rêxistina Berevaniya Sivîl a Sûrî heta niha 56 hezar sivîl ji mirinê rizgarkirine û gelek caran bi armana rizgarkirina sivîlan jiyana xwe xistinr metirsiyê de, ji ber wê yekê 130 xwepêxşê wan hatine kuştin.