Li Almanya Berpirsê DHKP-Cyê yê Ewropayê Musa Aşoglu hate girtin

Musa Aşoglu digel Zerrîn Sari û Seher Demîr Şen DHKP-Cyê bi rê ve dibe û ji aliyê dewleta Tirkiyê ve tê tohmetbar kirin ku, fermana suîkasta Ozdemîr Sabanci û Dozger Selîm Kîraz wî daye.

K24-Navenda Nûçeyan

Berpirsê Eniya Partiya Rizgariya Gel a Şoreşger DHKP-Cyê(Dehaşkapece) yê Ewropayê Musa Aşoglu li Elmanyayê hate binçavkirin.

Li gor daxûyaniya Serdozgeriya Federal Berpirsê DHKP-Cyê yê Ewropayê Musa Aşoglu li bajarê Hamburgê hatiye binçavkirin û ji bo were zindanîkirin dê wî bişînin dadgehê.

Derbarê radestkirina wî ya ji bo Tirkiyê ti daxûyanî nehat dayîn.

Musa Aşoglu digel Zerrîn Sari û Seher Demîr Şen DHKP-Cyê bi rê ve dibe û ji aliyê dewleta Tirkiyê ve tê tohmetbar kirin ku, fermana suîkasta Ozdemîr Sabanci û Dozger Selîm Kîraz wî daye.