Rûsya kuştina pizîşkeka xwe li Sûriyê piştrast kir
Herwiha li gor daxuyaniya Wezareta Bergiriyê Rûsyayê gelek kes di wê topbarankirina nexweşxaneyê de birîndarbûne.
K24-Navenda Nûçeyan
Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê kuştina pizîşkeka xwe ya leşkerî di encama topbarankirinekê de li ser nexweşxaneyekê li Helebê piştrast kir.
Derbarê vê yekê Berdevkî Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê Îgor Konaşkînov daxuyaniyek belav kir, tê de kuştina pizîşkekê li nexweşxaneyekê li Helebê piştrastkir, da zanîn ku, berpirsyaretiya wê dikeve stûyê wan kesên piştgiriya terorê dikin.
Aşkere kir ku, Mosko jêderê bidestxistina zaniyariyên opozîsyonê ji cihê nexweşxaneyê ya ku, hatiye armanckirin dizane.
Herwiha li gor daxuyaniya Wezareta Bergiriyê Rûsyayê gelek kes di wê topbarankirina nexweşxaneyê de birîndarbûne.