Rêxistina AMNISTY derbarê Kurdan de rexne li Tirkiyê

Herwiha Rêxistina Lêborîna Navdewletî amaje bi zagonên deryasayî kir û dibêje, ji sedî 60 ji mal û xaniyên welatiyên navçeya Sûr a Diyarbekirê li ser hikûmetê

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina Lêborîna Navdewletî derbarê Kurdan de bi tundî rexne li Tirkiyê digire û bi wêrankirina mal, milk û koçberkirina nêzîkî nîv milyon Kurd tuhmetbar dike.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî ew rexne û tuhmet arasteyî hikûmeta Tirkiyê kirin û amaje kir, ku li navçeyên Bakurê Kurdistanê nêzîkî nîv milyon welatiyên Kurd ji ber şer û pevçûnên di  navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û dewleta Tirkiyê de koçber bûne û rê bo wan nade vegerin navçeyên xwe.

Rêxistina EMNISTY bûyerên navçeya Sûr a Diyarbekirê bibîr aniye, ku di wê rewşê de 24 hezar welatî neçar kirin malên xwe bicih bihêlin û malên bêhtir ji 2 hezar kesên din di dema şer û piştî şer de hatine rûxandin û niha ew xelk li rewşeke dijwar de dijîn, herwiha ji ber wê sedemê ve jî hejmarek mezin ji zarokan bê xwendin mane.

Herwiha Rêxistina Lêborîna Navdewletî amaje bi zagonên deryasayî kir û dibêje, ji sedî 60 ji mal û xaniyên welatiyên navçeya Sûr a Diyarbekirê li ser hikûmetê.