Rêjîmê du taxên din li Helebê kontrol kirin
Hêzên rêjîma Sûriyê 2 taxên din jî li rojhilatê Helebê kontrol dikin û ji taxên Heleba kevin nêzîk dibin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên rêjîma Sûriyê 2 taxên din jî li rojhilatê Helebê kontrol dikin û ji taxên Heleba kevin nêzîk dibin.
Di pêşhatên vê dawiyê de di şerê Helebê de hêzên rêjîmê Sûriyê karîn herdu taxên Miyeser û Şe'ar kontrol bikin, ku li gor Wezareta Bergîriyê ya Rûsya heta niha hêzên rêjîmê karîne 35 taxan ji deverên opozîsyonê li rojhelatê Helebê kontrol bikin.
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî, di encama vî şerî de bi dehan kesan hatine kuştin û birîndar bûne.
Ev yek di demekê de ye ku, civaka navdewletî hewl dide şerê Helebê rawestîne û çekdarên opozîsyonê jê derxînin, lê çekdarên opozîsyonê dibêjin ew dernakevin.
Herwiha Encûmena Asayişa Navdewletî pêr bo projebiryarekê derbarê agirbesteke yekhefteyî li Helebê civiya, lê Rûsya û Çînê Veto li dijî wê projebiryarê bikar anîn.