Wezareta Xwendina Bilind wergirtina Diktora û Master ragihand
Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolîna Zanistî ya Herêma Kurdistanê navê bebijêrên xwendina Masterê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolîna Zanistî ya Herêma Kurdistanê navê bebijêrên xwendina Masterê ragihand.
Serokê Zanîngeha Selahedîn û Alîkarê Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolîna Zanistî ya Herêma Kurdistanê di konferanseke rojnamegerî de navên bebijêrên Diktora û Master ya tevahiya kolêj û beşan ragihandin.
Bi tevahî hezar 118 berbijêr, 338 Parelel û 446 kes jî bo xwendina yasayî hatine wergirtin.
Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolîna Zanistî ya Herêma Kurdistanê Yûsif Goran duh di çarçoveya beşdarîkirina di bernameya “Basî Roj”ya K24ê de ragihand ku, îro Çarşemê navên bebijêrên xwendina Diktora û Masterê radigihînin.
Proseya xwendina bilind bo Master û Diktora ji destpêka meha Mijdara 2016an ve hatiye encamdan.