Şaredarê Navçeya Çêlê hate girtin
Şaredarê Şemzînanê Seferî Yilmaz jî duh, hatibû girtin.
K24-Navenda Nûçeyan
Şaredarê Navçeya Çêlê yê Partiya Herêman a Demokratîk DBPyê Servet Tunç hate girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê de 4 roj berê li dijî Şaredariya Çêlê operasyon pêk hatibû û Şaredar Servet Tunç jî nav de 8 kes hatibûn binçavkirin. Îro hat zanîn ko Şaredarê Çêlê Servet Tunç bi hinceta endamê PKKyê ye piştî mehkemekirinê hate girtin.
Lêpirsîna 7 kesên dî berdewam dike. Şaredarê Şemzînanê Seferî Yilmaz jî duh, hatibû girtin.