Israîl êrîşî firokxaneyekê Sûriyê dike
Li gor ajansa SANA ew cihê roket lê ketine rastî şewateke mezin bû.
K24-Navenda Nûçeyan
Artêşa Sûriyê ragehand ku, berbanga îro, Israîl firokxaneya Mezê ya Leşkerî topbaran kir, di encam de li cihê roketan şaweteke mezin rûda bêyî ku, ti zerarên giyanî hebin.
Derbarê wê êrîşê Ajansa fermî ya nûçeyan SANA ya ser bi rejîma Sûriyê ve di nûçeyekê de ragehand ku, Israîl daku, moralê grûpên çekdar piştî têkçûna wan li Helebê bilind bike roketan davêje firokxaneya Mezê ya Leşkerî li Şamê.
Li gor ajansa SANA ew cihê roket lê ketine rastî şewateke mezin bû, lê ti ziyanên giyanî nebûn.Di 30 meha borî de jî Israîlê êrîşî navçeya Sebûra ya derdora Şamê kiribû û du roket avêtibûne wê deverê.