Tirkiyê dest danî ser Şaredariya Karayaziyê
Heta niha Wezreta Navxwe yê Tirkiyê dest daniye ser 38 şaredariyên DBPyê.
K24-Navenda Nûçeyan
Wezreta Navxwe ya Tirkiyê dest danî ser Şaredariya Karayaziyê.
Wezreta Navxwe ya Tirkiyeyê bi daxûyaniyek nivîskî ragihand ko Şaredarê Karayaziyê Mehmet Saît Karaban ji kar hatiye dûrxistin û li şûna wî Qeymeqamê Karayaziyê Kamîl Aksoy wekî wekilê şaredar hatiye danîn.
Şaredarên Karayaziyê Mehmet Saît Karaban duh hatibû binçavkirin.
Heta niha Wezreta Navxwe yê Tirkiyê dest daniye ser 38 şaredariyên DBPyê.