Ciwanekî Şirnexî robotek çê kir
Li gundê Bûxdayliyê ku girêdayê navçeya Silopiya ser bi bajarê Şirnexê ye, welatiyê bi navê Abduulah Uçar ku debara xwe bi karên cotkarî û ajokariyê dike, ji bo ku mala xwe ji kesên diziyê dikin biparêze, robotek dahêna.
K24 – Şirnex
Li gundê Bûxdayliyê ku girêdayê navçeya Silopiya ser bi bajarê Şirnexê ye, welatiyê bi navê Abduulah Uçar ku debara xwe bi karên cotkarî û ajokariyê dike, ji bo ku mala xwe ji kesên diziyê dikin biparêze, robotek dahêna.
Ciwanê Kurd radigihîne ku wî heta dibistana navîn a perwerdehî stendiye û şûnde jî dev ji dibistanê berdaye. Di demên vala de bi karên teknîkî û elektronîkî ve mijûl bûye û gelek caran amûrên elektronîkî tamîr kiriye.
Ji bo çêkirina robot jî gelek xurdeyên amûran berhev kiriye û ji ber bêderfetiya aborî ew 8 mehan li benda temamkirina robot maye. Dahênerê Kurd diyar dike ku li Silopiyê herî zêde diziya ajalan û berhemên cotkariyê tê kirin û ji bo ku vê kêşeyê çareser bike serî li çêkirina robot daye.
Dahêner Abdullah Uçar derbarê çêkirina robotê de ji K24ê re axivî û got: "Me ev robot bi derfetên xwe çêkiriye. Min ji bo cotkaran ev robot çêkir. Dema mirovek yan jî ajalek 5- 6 metro nêzî robotê bibe, robot dikeve pey wan û ji temanceyê çend gule berî esman dide. Di nava 25 saniyan de jî fişekên hewaî ber dide. Ji bo rojên şilî jî min sîwanekê di nav de çêkiriye ku şîl nebe."
Robot bi telefonê tê kontrol kirin û dema kesên dizek nêzî malê dibin, robot alarm dide û çend gule berî esman dide. Eger kesên dizek hîna jî ji derdora malê dûrnekevin, wê demê robot telefonî xwediyê malê dike û xwediyê malê agahdar dike.Herwiha Birayê ciwanê dahêner Ahmet Uçar jî diyar dike ku îcata birayê wî li gorî îmkanên heyî gelek başe û pêwîste rayedar bi destê birayê wî bigrin.
Uçar got jî: "Îcata ku birayê min çêkiriye bi rastî jî gelek baş e. Daxwaza me ew e ku kesên rayedar û saziyên fermî piştevaniya birayê min bikin, da ku xebatê wiha karibe pêk bîne û xwe bi pêş bixe."
Ciwanê Kurd yê dahêner dibêje ku wî heta ku ev robot aniye vê astê hezar û 850 Lîreyê Tirkî an go 544 dolar xerc kiriye. Dahêner Uçar û malbata wî niha benda vê yekê ne ku ji aliyê rayedarên dewletê, sazî û kompanyayên teknolojiyê keda wî bê dîtin û alikariya wî bê kirin.