Qedexe li 3 gundên Diyarbekirê hat rakirin

Qedexeya ku li ser 3 gundewarên Diyarbekirê hatibû danîn, vê sibehê ji aliyê parêzgeriyê ve hat rakirin. Biryara rakirina qedexeya li ser gundên Bîrlîk, Şenlîk û Akçapinarê, saet di 05:00’ê vê sibehê de bi daxuyaniyeke nivîskî hat ragihandin.

K24 – Diyarbekir

Qedexeya ku li ser 3 gundewarên Diyarbekirê hatibû danîn, vê sibehê ji aliyê parêzgeriyê ve hat rakirin. Biryara rakirina qedexeya li ser gundên Bîrlîk, Şenlîk û Akçapinarê, demjimêr di 05:00’ê vê sibehê de bi daxuyaniyeke nivîskî hat ragihandin.

Ji ber şer û pevçûnên di navbera Hêzên Ewlehiya Tirk û Endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de berdewam dikin, li herêma Diyarbekirê qedexeyên derketina kuçe û kolanan, dem bi dem li şûnwarên çiyayî tên ragihandin.

Parêzgeriya Diyarbekirê, qedexeya ku di 6’ê Berfanbarê de ji bo 3 gundên bi ser navçeya Diyarbekirê ya Liceyê ve danîbû, vê sibehê bi daxuyaniya nivîskî rakir.

Şer û pevçûnên navbera Endamên PKK’ê û Hêzên Artêş Tırk, li Bakurê Kurdistanê her berdewam in.