Mesûd Barzanî helwesta xwe ji budceyê aşkere dike

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de helwesta xwe derbarê yasaya budceya sala 2017an de bi taybetî ew madeya ku behsa para darayî ya Pêşmerge dike de, aşkere dike.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de helwesta xwe derbarê yasaya budceya sala 2017an de bi taybetî ew madeya ku behsa para darayî ya Pêşmerge dike de, aşkere dike.

Barzanî radigihîne, ku birgeya taybet bi Pêşmerge hatiye pesendkirin ne rûn û zelal e û li warê yarîpêkirinê tê de heye. Barzanî amaje bi eqliyeta siyaseta birîna budçeya Herêmê û birçîkirina xelkê Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve dike.

Barzanî bi pêwîst dizane ku Parlementerên Kurdistanê li Bexda li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê kombibin û bi hurgilî nirxandina vê babetê bikin, piştre jî hemû rastiyan û muzayedata siyasî di derbarê budçe û dahatê de rûn û zelal bibe.
 

Ev jî deqa peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ye:

Di derbarê wê birgeya li yasaya budçeya giştî ya Iraqê de ji bo Pêşmerge hatiye cîgîrkirin bi xelkê Kurdistanê radigihînim ku birgeya hatiye pesendkirin ne rûn û zelal e û lastîkiye û xwendineke cûr bi cûr hildigrê û li warê yarîpêkirinê tê de heye.

Babeta dirustkirina girift ya budçeya Pêşmerge û Herêma Kurdistanê ne tiştekî nû ye û her li sala 2005 ve bi awayên cûr bi cûr Hikûmeta Iraqê pabendbûna darayî li beranber Pêşmerge û Herêma Kurdistanê bi cîh nekiriye û giriftê bo aniye. Bi taybetî ew eqliyeta siyaseta birîna budçeya Herêmê û birçîkirina xelkê Kurdistanê peyrew kiriye û ewên şêwirîna nanbirîna gelê Kurdistanê dane tu demekê amade jî nabin kêşeyên xelkê Kurdistanê çareser bikin.

Di derbarê hewl û nêrîna hejmarek ji Endamên Fraksiyonên Kurdistanî ya ji bo çareserkirina babeta budçeya Herêmê û Pêşmerge li budçeya giştî ya Iraqê bi pêwîst dizanim ku Parlementerên Kurdistanê li Bexda li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê kombibin û bi hurgilî nirxandina vê babetê bikin û eger yasaya budçe û birgeya pesendkirî li xizmeta Herêma Kurdistanê da bê û bibê sedema dahata zêdetir ewe li ser rêk bikevin. Eger jî bibê sedema ziyana Herêma Kurdistanê, bila ji bo xelkê Kurdistanê hemû rastiyan û muzayedata siyasî di derbarê budçe û dahatê de rûn û zelal bibê.

Mesûd Barzanî
08.12.2016