Soylu: PKK dikeve qonaxa tunebûnê
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, PKK dê piştî meha Nîsana bê de bikeve qonaxa tunebûnê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, PKK dê piştî meha Nîsana bê de bikeve qonaxa tunebûnê.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu di çarçoveya serdana xwe ya li Bakurê Kurdistanê, li bajarê Wanê de digel endamên AK-Partiyê de civiya û derbarê operasyonên li dijî PKKê de agahî dan.
Soylu got, di meha Zivistanê de ew operasyonên dijwar li dijî PKKê birêve dibin û dê di meha Nîsana bê de PKK bikeve qonaxa têkçûneka mezin.
Soylu da zanîn ko hemû pilanên wan amade ne û ew rê nadin ku PKK di meha Zivistanê de xwe vekişîne bingehên xwe.
Soylu aşkere kir jî, ew li dijî PKKê bibiryar in û operasyonên mezin û bênavber birêve dibin.