HSD destpêkirina qonaxa duyem ya Reqayê aşkere dike
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, ku qonaxa duyem ya operasyona kontrolkirina Reqayê wê di demeke nêzîk de dest pê bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, ku qonaxa duyem ya operasyona kontrolkirina Reqayê wê di demeke nêzîk de dest pê bike.
Serkirdeyên HSDê di civînekê de ragihandin, ku qonaxa duyem ya operasyona kontrolkirina Reqayê wê di rojên nêzîk de dest pê bike û dê tevahiya hêzên Sûrî tê de beşdar bin û bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî birêve biçe.
Herwiha HSDê ragihand, ewê li navçeyên ku hatine rizgarkirin baregehên xwe vekin.
Civîna HSDê duh li bajarê Hesekê li navenda Fermandariya Giştî ya HSDê hat lidarxistin û 8 demjimêran berdewim kir. Di civînê de nûnerên YPG û YPJ, Hêzên Senadîd, Encûmena Leşkerî ya Minbicê, Encûmena Leşkerî ya Babê, Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê, Encûmena Leşkerî ya Cerablusê, Encûmena Leşkerî ya Suryanî, Kombûna Elwiyet Cizîrê, Ceyş El-Swar û Swar El-Reqa amade bûn.
Hêzên Sûryeya Demokratîk (HSD) di konferanseke rojnamevanî de roja 6 Mijdarê qonaxa yekem ya operasyon bi navê "Hêrsa Feratê" ya rizgarkirina Reqayê ragihandibû.