Li dijî qerekola leşkerî êrîş hate kirin
Li bajarê Diyarbekirê Navçeya Hazroyê bi wesîteka bombebarkirî li dijî qerekola leşkerî êrîş hate kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Diyarbekirê Navçeya Hazroyê bi wesîteka bombebarkirî li dijî qerekola leşkerî êrîş hate kirin.
Duh derengê şevê li navçeya Hazroyê nêzikê bingeha leşkerî ya Teknebaşiyê wesaîtek bombebarkirî hate teqandin. Piştre jî bi mûşekan êrîş hate kirin.
Li gor hatiye ragihandin, ti kesî canê xwe ji dest neda û birîndar nebûn.
Piştî bûyerê hêzên leşkerî bergiriyên ewlekariyê ya li ber qerekolê zêdetir kirin û li dijî PKKê operasyon dan destpêkirin.