Artêşa Tirkiyê kete bajarê Babê
Medyaya Rûsyayê ragihand ku, çekdarên opozîsyona Sûriyê bi piştevanî û tankên Artêşa Tirkiyê şeva borî ketin bajarê Babê. Wezîrê Derve yê Tirkiyê ev yek piştrast nekir û got, hêzên wan nêzîkî Babê bûne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Medyaya Rûsyayê ragihand ku, çekdarên opozîsyona Sûriyê bi piştevanî û tankên Artêşa Tirkiyê şeva borî ketin bajarê Babê. Wezîrê Derve yê Tirkiyê ev yek piştrast nekir û got, hêzên wan nêzîkî Babê bûne.
Medya Rûsya ragihand, çekdarên opozîsyonê tevî tankên Artêşa Tirkiyê gihîştin navenda navçeya Babê û hin tax û nexweşxane kontrol kirin. Da xuyakirin pevçûnên dijwar rû didin û DAIŞ berxwe dide.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu nûçe piştrast nekir û derbarê bûyerê de û da xuyakirin, çekdarên opozîsyona Sûriyê bi piştevaniya wan gelek nêzîkî Babê bûne û ewê di demek nêzîk de operasyonê temam bikin.
Herwiha duh hat ragihandin, qonaxa duyem a operasyona Babê ji aliyê “Mertala Firatê” ve hate destpêkirin. Armanca wê jî derxistina Babê ji destê çekdarên DAIŞê yê.
Herwiha Çawîşoglu got, şandeke pispor a Tirkiyê tevî leşkerên Amerîkî li Minbicê lêkolînê dikin, da bizanin şervanên YPGê vekişiyane rojhilata Feratê yan na.