Qedexe li 6 gundên navçeya Hênê û Licê hate rakirin

Qedexeya derketina derva ya li ser 6 gundên navçeya Hênê û Licê hate rakirin.

K24 – navenda Nûçeyan

Qedexeya derketina derva ya li ser 6 gundên navçeya Hênê û Licê hate rakirin.

Parêzgeriya Diyabekirê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku, hêzên leşkerî li gundên Licê û Hênê li dijî PKKê operasyonên berfireh pêk anîne.

Di çarçoveya operasyonan de bi armanca ewlekariya mal û canê welatiyan  li 3 gundên Hênê û 3 gundên Licê ku duh derketina derva hatibû ragihandin îro hatiye rakirin.

Tê zanîn, Parêzgeriya Diyarbekirê, qedexeya ku di 6’ê Berçele de ji bo 3 gundên bi ser navçeya Liceyê ve danîbû, pêr bi daxuyaniyeke nivîskî rakiribû.