Diyarbekir.. 21 gerînende ji kar hatin derxistin
Piştî girtina hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û erkdarkirina qeyûmî, kirariyên nav şaredariyê dewam dikin. Serokê Şaredariyê Cûmalî Atîla ku ji qeymeqamtiyê wekî qeyûm hatibû erkdarkirin, 21 gerînendeyên jûrên nav şaredariyê ji kar derxistin.
K24 – Navenda Nûçeyan

Li Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, piştî hatina qeyûm Cûmalî Atîla, di nav şaredariyê de lêpirsînên navxweyî dewam dikin. Serokê niha yê şaredariyê di derheqê gerînendeyên jûrên cur be cur yên şaredariyê de biryara ji derxistina kar ragihand û ji bo cihê wan were dagirtin, dê ji nav şaredariyê gerînendeyên nû werin peywirdarkirin.
Di nav gerînendeyên ji kar hatin derxistin de gerînendeyê çandê, yê çapemeniyê û yê ragihandinê jî di nav de bi giştî 21 gerînende hem ji kar hem ji kadroyê hatin derxistin.