HSD qonaxa duyem a operasyona Reqayê radigihîne

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) destpêkirina qonaxa duyem a operasyona rizgarkirina Reqayê “Hêrsa Feratê” ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) destpêkirina qonaxa duyem a operasyona rizgarkirina Reqayê “Hêrsa Feratê” ragihand.

HSDê îro li bajarokê Silûk ya rojhilatê Girê Spî ya Rojavayê Kurdistanê di konferanseke rojnamegerî destpêkirina qonaxa duyem a operasyona rizgarkirina Reqayê “Hêrsa Feratê” ragihand.

HSDê ragihand, Di qonaxa yekem de wan karîne 700 k.m çargoşe li bakurê Reqayê çendîn riyên stratîjîk kontrol bikin. Herwiha jiyana hezaran xelkê sivîl rizgar bikin.

HSDê aşkere kir ku, armanca HSDê di qonaxa duyem jî ew e, dê tevahiya gundewarên rojavayê Reqayê kontrol bikin.   

Herwiha HSDê raghandin, ku çend yekîne û hêzên din tevlî operasyona Reqayê bûne û hezar û 500 şervanên Ereb ji Reqa û gundewarê wê jî tevlî wan bûne, ku ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve hatine perwerdekrin û pirçekirin.

HSDê diyar kir, operasyona gelekî berfereh bûye, ku hejmarek ji yekîneyên din tevlî operasyonê bûne, wek Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê, Hêzên Nuxbe ya ser bi Şepêl Pêşeroja Sûriyê, Swar Reqa, herwiha hezar û 500 şervan ji pêkhateyên Ereb ku ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve hatine perwerdekirin.

HSD tekez dike, ku hevahengî di navbera wan û Hevpeymaniya Navdewletî ve berdewam e û dê di qonaxa duyem de hîn bihêztir bibe.

Hêzên Sûryeya Demokratîk (HSD) qonaxa yekem ya operasyona bi navê "Hêrsa Feratê" ya rizgarkirina bakurê Reqayê di 5 Mijdarê de ragihandibû. HSDê diyar kiribû ku bi 30 hezar şervan beşdarî wê qonaxê bûbû.