De Mistura daxwaza danûstandinên cidî ji Esed dike

Herwiha da zanîn ku, derketina welatiyên sivîl ji taxên rojhelata Helebê li gor rêkeftinekê wê rê li ber wêrankirin û rijandina xwîne bigre.

K24-Navenda Nûçeyan

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura daxwaz ji Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed kir ku, danûstandinên cidî derbarê paşeroja wî welatî de destpê bike, da zanîn ku, çarenivîsa bajarê Helebê di metirsiyê de ye.

Di hevpeyvînekê xwe de li gel kenala BBC ya Brîtanî Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura daxwaz ji Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed kir ku, danûstandinên cidî derbarê paşeroja wî welatî li gel Opozîsyona Sûriyê de destpê bike.

De Mistura aşkere kir ku, çarenivîsa bajarê Helebê jî di metirsiyê de ye.

Herwiha da zanîn ku, derketina welatiyên sivîl ji taxên rojhelata Helebê li gor rêkeftinekê wê rê li ber wêrankirin û rijandina xwîne bigre.

Zêdeyî mehekê ye rejîma Sûriyê bi piştevaniya Rûsyayê êrîşekî tûnd li ser taxên rojhelatê Helebê destpêkirine, di encam de bi sedan kes hatine kuştin û zêdeyî 50 hezar sivîl koçber bûne.