Haco:Pêşeroja Rojavayê Kurdistanê di metirseyê de ye

Haco da zanîn ku, Pêşeroja Rojavayê Kurdistanê di metirsiyê de ye.Herwiha aşkere kir ku, xeta siyamîn li Rojava Kurdistanê nîne.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve Yê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) Kamîran Haco ragehand ku, pêşeroja Rojavayê Kurdistanê di metirsiyê de ye.

Derbarê vê yekê Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve Yê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) Kamîran Haco beşdarî di bernameya Basî Roj a K24ê re got ku, Sûriyê dabeşdibe li ser sê herêmên cuda, yek ji wan Kurdistana Sûriyê ye.

Haco da zanîn ku, Pêşeroja Rojavayê Kurdistanê di metirsiyê de ye.Herwiha aşkere kir ku, xeta siyamîn li Rojava Kurdistanê nîne.

Herwiha Berpirsê Pêwendiyên Derve Yê Encûme Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) Kamîran Haco da zanîn ku, xebatên wan derbarê serbestberdana girtiyên siyasî heye.