Ashton Carter serdana Herêma Kurdistanê dike

Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka serdana Hewlêrê dike û ligel Serokê Herêma Kurdistanê dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka serdana Hewlêrê dike û ligel Serokê Herêma Kurdistanê dicive.

Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka Ashton Karter di serdaneke ne çaverêkirî de gihêşte Bexdayê û biryar e ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bicive.

Mijara sereke ya civîna Carter û Ebadî gotbêjkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê ye.

Di dema gihêştina ji firokxaneya Bexdayê re, Carter ji aliyê Fermandarê Giştî yê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî Stephen Townsend ve hate pêşwazîkirin.

Wezîrê Bergîriyê ya Amerîka Ashton Carter duh li Behrênê ragihandibû, bo piştevaniya şerê kontrolkirina bajarê Reqa, Amerêka biryar da 200 leşkerên din bişîne Sûriyê.

Piştî bidawîbûna serdana xwe bo Bexdayê, biryar e Wezîrê Bergîriyê ya Amerîka Ashton Carter serdana Herêma Kurdistanê bike û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicive.