DAIŞ ji nava Tedmurê vekişiya

Piştî ku çekdarên DAIŞ duh derbasî nava bajarê Tedmurê li Sûriyê bû, îro ji nava bajêr vekişiya derveyî bajêr.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ku çekdarên DAIŞ duh derbasî nava bajarê Tedmurê li Sûriyê bû, îro ji nava bajêr vekişiya derveyî bajêr.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, Çekdarên DAIŞê ji 6 aliyan ve êrîşî bajarê Tedmurê ya dîrokî kirin û karîn 8 xalên Artêşa Sûriyê jinav bibin.

Duh û piştî şerekî di navbera Artêşa Sûriyê û çekdarên DAIŞê de, hat ragihandin, bêhtir ji 50 leşkerên artêşa Sûriyê hatin kuştin.

Li gor zanyariyên Rewangehê, Hat ragihandin, ku rêjîma Sûriyê hêzeke piştevaniya şande Tedmurê û di bin bandora êrîşên asmanî, îro DAIŞ ji nava bajêr berve bakurê bajêr ji devera Besatîn vekişiya.

Bajarê Tedmûrê bajarekî dîrokî ye, di Gulana 2015an de ji aliyê DAIŞê ve hate kontirolkirin, piştî wê Artêşa Sûriyê bi piştevaniya Rûsyayê karî di Adara 2016an de ji bin destê DAIŞê bistînin.

 

Fly Erbil Advertisment