Baydemîr: 5 hezar HDPyeyî di zîndanê de ne
Parlementerê HDPê Osman Baydemîr ragihand, ji 36 rojan ve Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş di zîndanê de di odeya takekesî de ye û heta niha 5 hezar perpirs û endamên wê partiyê di zîndanê de ne.
K24 – Silêmanî
Parlementerê HDPê Osman Baydemîr ragihand, ji 36 rojan ve Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş di zîndanê de di odeya takekesî de ye û heta niha 5 hezar perpirs û endamên wê partiyê di zîndanê de ne.
Parlementerê HDPê Osman Baydemîr li bajarê Silêmaniyê di konferanseke rojnamegerî de ragihand, di hilbijartina 7 Hizêrana 2015an de, HDPê ji sedî 13 kursiyên parlementoyê bidest xistin, ji aliyê Erdogan, AKP û dewletê ve nehat qebûlkirin.
Baydemîr amaje bi binçavkirin û girtina şaredariyên Bakurê Kurdistanê kir û got: “Ew şareder ji aliyê xelkê ve hatin hilbijartin, lê niha di zîndanê de ne û kesine din bi navê qeyûm li cihê wan hatin danîn.”
Her derbarê girtina Hevserok û parlementerên HDPê de got: “Hevserokên HSDê Selahetîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û 8 parlementerên HDPê di zîndanê de ne, ji 36 rojan ve Demîrtaş di odeya takekesî de ye û rê nadin ku nameyan bod ever bişîne.”
Baydemîr girtina hevserok û parlementerên HSDê bi dîlgirtin binav kir û ew derbeyeke li dijî siyaset û mafê mirovan e û bi rewşeke metirsîdar jî binav kir.