Serokatiya Herêma Kurdistanê teqînên Stanbolê şermezar kir
Serokatiya Herêma Kurdistanê teqînên Stanbolê yên şeva borî şermezar kir, ku di encama 2 teqînan de 38 kesan canê xwe jidest dan û 155 kesên din jî birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokatiya Herêma Kurdistanê teqînên Stanbolê yên şeva borî şermezar kir, ku di encama 2 teqînan de 38 kesan canê xwe jidest dan û 155 kesên din jî birîndar bûn.
Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir, ku li malpera serokatiya Herêma Kurdistanê hate belavkirin, ev karê terrorist bi tundî şermezar kir û sersaxî û hevxemiya xwe bo kesûkarên qurbaniyan ragihand.
Deqa daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha ye:
“Şeva 10.12.2016 li encama dû teqîneke terorîstî ya li derveyê yarîgeheke li bajarê Stenbola Tirkiyê da hejmarek hemwelatî û polîs bûne qurbanî û hejmareke zêde jî birîndar bûn.
Ji bilî wê yekê ku gelek bi tundî wê êrîşa terorîstî şermezar dikîn serxweşî û hevxemiya xwe bi kesukarên qurbaniyan radigihînîn û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazîn.
Armanca terorîstan têkdana bexteweriya hemwelatiyan û têkdana jiyanê li hemû cîheke cîhanê, lê belê ji wê yekê bawerîn ku kirdar û hizrên nemirovaneya terorîstan dawiya şikesta wane û sernakevin.”
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
11.12.2016