Li Dersimê pezkoviyên daketin navenda bajêr

Li aliyê din ji bo wan kesên ku bê destûr nêçîrvaniya pezkoviyan dike 12 hezar Lîreyê Tirkî wek cezayê pereyan tê birîn.

K24-Dêrsim

Li Dersimê zivistan gelek dijwar derbas dibe û wekî mirovan ajal jî li xwezayê bi gelek kêşeyan re rû bi rû dimînin. Yek ji wan jî ajalên ku zêde di bin bandora zivistanê de dimînin jî pezkovî ne. Pezkoviyên ku ji ber şertên zivistanê bê xwarin man, ji neçarî berê xwe didin navenda bajêr.

Li bakurê Kurdistanê Dêrsim ji aliyê pergola xwezayê ya ajal û nebatan ve cihekî gelek dewlemend e û gelek cureyên ajalên ku niha dibin metirsiya tunebûnê de ne li çiya û geliyên Dersimê dijîn. Lê li Dersimê zivistan gelek dijwar derbas dibe û ji ber vê yekê jî car caran ajalên ku nikarin biçêrin ji neçarî berê xwe didin navenda bajêr. Yek ji wan ajalên ku berê xwe dane navenda bajêr jî pezkovî ne. Pezkoviyên ku ji ber berfa zêde nikarain biçêrin ji çiyê daketin nava sînorên bajêr. Serokê Komeleya Parastina Jiyana Xwezayî ya Munzurê Haydar Çetînkaya jî derbarê pezkoviyan de ragihand ku ew her sal ji bo ku pezkovî û ajalên din birçî nemînin wek komele dixebitin, lê ji bo pezkoviyan metirsiya herî mezin ne çêrandin, nêçîrvan in.

Serokê Komeleya Parastina Jiyana Xwezayî ya Munzurê Haydar Çetînkaya wiha got:"Du cureyên pezkovî hene. Navê wan Bezuar û Şamua ne. Bi giştî ew pezkovî li çiyê, li cihên bilind dijîn. Li Dersimê gelek pezkovî hene lê belê kesên nêçîrvan wan dikujin. Ji bo wan ne zivistan, metirisya herÎ mezin hebûna nêçîrvan in."

Li gorî baweriya Elewiyan, pezkovî ajalek pîroz e û wek pezên Xoce Xizir tên binavkirin. Li cem Elewiyan nêçîr û xwarina goştê pezkoviyan qedexe ye. Ji ber vê yekê welatiyên Dersimê radigihînin ku ji dervayÎ Dersimê kesên biyanî tên û derdikevin nêçîra pezkoviyan.

Pîrê Ocaxa Baba Mansur Mehmet Halîs wiha da zanîn û got:"Pezkovî ji me re heram e. Ew li serê çiyan in û şivanê wan jî Xoce Xizir e. Ew pezkovî, pezên Xoce Xizirin. Kî ku destê xwe bavêje wan û biçe nêçîra wan em dibêjin xwedê ji wan re bela û mûsîbetê dişîne."

"Pezkovî pîroz in. Em ne goştê wan dixwin û ne jî wan dikujin. Ev gunehe. Ji ber ku mecbûr dimînin tên bajêr. Ji Elewiyan tu kes destê xwe dirêjî wan nake."

Pezkovî niha li gorî yaseyên Tirkiyê di bin parastina dewletê de ne. Ev yek jî ji aliyê Wezareta Karê Av û Daristanê ve hatiye pejirandin. Wezaret, di sala 2011an de ji bo hejmara pezkoviyan xebatek dabû destpêkirin, lê encamên wê lêkolînê ji ber

nêçîrvanan ne hate ragihandin. Li aliyê din ji bo wan kesên ku bê destûr nêçîrvaniya pezkoviyan dike 12 hezar Lîreyê Tirkî wek cezayê pereyan tê birîn.

Fly Erbil Advertisment