Biharatên xwezayî ji bo nexweşiyan dibin hêvî

Li herêmê gel, ji ber ku li wan biharatan bi çavê dermanê nexweşiyê dinihêre bi taybetî jî di zivistanê de ji wan biharatan sûdeke berbiçav werdigirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Bakurê Kurdistanê biharat û celebên wê, bi hatina sermayê ve xemla xwe didin pêşandan.Ji wan bajaran yek jî Wan e.Li bajêr, her çiqas sermaya tund ji nû ve xwe dabe der jî van rojan sazî û dezgehên biharatan gelek bi tevger in.Welatî, ji ber nexweşiyên zivistanê çareseriyê li wargehên etar û bêhnfiroşan digerin.

Zencefîl,darçîn,cehtirî,cehcehik, îsot û celebên wê, bikaranîna biharatê bi giştî bo xwarin û tenduristiyê ye. Herwiha biharat ji dîrokê heta niha bigelekcureyên xwe ve tehmê dide jiyana mirovan.Êdî ji hêla zanyaran ve jî tê gotin ku biharat û giyayên xwezayî, ji bilî taybetmendiya xwe ya tehmî bo tenduristiyê jî zor zor bi kêr hatiye.Heta biharat,îro di qonaxa nûjen û zanyarî de ji bo gelek dermanên kîmyewî jî dibe çavkaniyeke bingehîn.

Herwiha li bakur, bi taybetî jî li Herêma Serhedê van rojan di kargehên etar û bêhnfiroşan de tevgereke liv û lebatî heye.

Bazirgan Haşim Aşkan wiha got:"Biharatên ku li van çaxan tên firotin;kok, darçîn, qoçê guz, mêxik, çaya xwezayî  û ixlemûr in.Biharat, ji bo sermayê pir baş in.Jixwe wekî din zirara giha tune ye û ew, ji her nexweşiyên cuda re bi kêr hatî ne."

Li navenda Serhedê û bajarê Wanê jî heman rewş li dar e. Ji ser zimanên welatiyan biharatên wek; xurnik, nanê tirş,darçin, reşreşk,kok, zencefîl nayên xwarê.Welatî, bi piranî ji ber nexweşiyên arsim,persim û kuxikê çareseriyê li wargehên şîfaî digerin. Li bazara biharatan a Wanê her çiqas cemidê ji nû ve dest pê kiribe jî, wekîsalên berê hejmara welatiyên li ber wan dezgehên biharatan zêde ye.Welatî,ligel buhayên zêde û giliyan jîdîsa dev ji biharatan bernadin.

Welatî Hiseyîn Înan da zanîn û got:"Em biharatan ji bo nexweşiyan dikirin.Her wiha em; Kok, darçin,guzik û qoçikan dikirin."

Biharat, her çiqas di baregeha dermanên kîmyevî de cihekî giring bigire jî, gel dev ji wan baharatên xwerû sirûştî bernade.Welatî diyar dikin ku ew baharatên sirûştî her dem û demsalê jiyana wan hêsantir dike.Li herêmê gel, ji ber ku li wan biharatan bi çavê dermanê nexweşiyê dinihêre bi taybetî jî di zivistanê de ji wan biharatan sûdeke berbiçav werdigirin.

Fly Erbil Advertisment