Koçberên Mûsilê 100 hezar derbas kirin
Di 17ê Çireya yekem de Artêşa Iraqê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî û beşdariya Hêzên pêşmerge ji sê aliyan ve operasyona rizgarkirina Mûsilê destpêkir.
K24-Navenda Nûçeyan
Wezareta Koç û koçberan a Iraqê ragehand ku, 103 hezar û 62 kes di dema destpêkirina operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê penaber bûne.
Derbarê amarên nû yên koçberan Wezareta Koçûkoçberan a Iraqê daxuyaniyek belav kir tê de wiha got: "Îro me pêşwaziya 2 hezar û 470 penaberî ji navçeyên beşê çepê yê bajarê Mûsilê Qerac, Hiwîçe, Tekêf, Kenûs û tel Tel Ebteyan kir."
Li gor daxuyaniya Wezareta koçberan ew penaber li kampên ku, taybet bo wan hatine çêkirin li Cedee, Dîbeke, Hesen Şam, Qîmawe û li kampa Lîlan hatine veguheztin.
Di 17ê Çireya yekem Artêşa Iraqê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî û beşdariya Hêzên pêşmerge ji sê aliyan ve operasyona rizgarkirina Mûsilê destpêkir.