Li Bakur berfê rêya 278 gundan girt

Li Bakur berfê rêya 278 gundan girt

K24-Navenda Nûçeyan

Berfê rêya 278 gundên Çewlîgê yê bakurê Kurdistanê girt û li navçeya Kanîreşê bo dibistanan 2 roj bêhnvedan hat dayîn.

Berf û şiliya dijwar li herêma Serhedê ya bakurê Kurdistanê bo jiyana rojane tengezariyên mezin dirust dike. Hat ragehandin rêya 278 gundên bajarê Çewlîgê ji berfê hatine girtin.

Parêzgariya Çewlîgê ji ber berf û sermeya zêde bo hemû dibistanên navçeya Kanîreşê bi maweya 2 rojan biryara bêhnvedanê da.

Rêya gelek gundên bajarên herêma Serhedê yên wek Mûş, Wan, Erzirom, Agirî, Qers û Colemêrgê jî hatine girtin.