Pentagon:Artêşa Sûriyê zû ji bajaê Tedmûrê vekişiya

Çekên giran bicih hêlan.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê(Pentagon) ragehand ku, Artêşa Sûriyê zû ji Tedmûrê vekişiya û çekên xwe yên giran bicih hêlan, DAIŞê jî dest danî li ser wan çekan.

Derbarê vê yekê Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê Jeff Davis di kongireyekî rojnamevanî de wiha got:"Mixabin Artêşa Sûriyê bajarê Tedmûrê yê dîrokî zû bi cih hişt, ev yeke tê wê wateyê ku, tenê dixwestin Heleb kontirolbikin."

Pentagonê da zanîn ku, ew çekên giran yê ku, Artêşa Sûriyê bicih hêlane DAIŞê dest danî ser wan, aşkere kir ku, ew êrîşa DAIŞê li ser bajarê Tedmûrê tûndtirîn êrîş bû.

Ji aliyê xwe ve Rûsyayê berî niha ragehandibû ku, nebûna hevkariyê ji aliyê Amerîkayê yek ji sedemên kontirolkirina DAIŞê ji bajarê Tedmûrê re bû.

Fly Erbil Advertisment