Wezîrên derve yên “Benelux” li Herêma Kurdistanê ne
Wezîrên derve yên yên her sê welatên Ewropî Belîça, Holanda û Luksemburgê îro li Hewlêr ligel Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê civiyan.
K24 – Hewlêr
Wezîrên derve yên yên her sê welatên Ewropî Belîça, Holanda û Luksemburgê îro li Hewlêr ligel Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê civiyan.
Wezîrên derve yên welatên “Benelux” rewşa navçe û dawî pêşhatinên şerê DAIŞê ligel berpirsên Herêma Kurdistanê gotûbêj dikin, wek ku di malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye.
Balyozê Iraqê li Holandayê Seywan Barzanî berî despêkirina civîna wezîrên derve yên Beneluxê ligel Serokê û Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji K24ê re ragihand, rewşa penaber û koçberan, perwerdekirina hêzên Pêşmerge û çend pirsên din bi berpirsên Herêma Kurdistanê re gotbêj dikin, ku herdu welat Holanada û Belçîka hêzên Pêşmerge perwerde dikin.
Seywan Barzanî got jî, wezîrên derve yên Beneluxê li Bexdayê behsa pêwendiyên di navbera Bexda û Hewlêrê û pakirina navçeyên rizgarkirî ji mîn û bombeyên DAIŞê jî kirin.
Wezîrên derve yên Beneluxê şeva borî li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji K24ê re ragihand, serdana wezîrên derve yên Beneluxê bo destxweşîkirina Herêma Kurdistanê ye û di heman demê de jî ligel serkirdayetiya Herêma Kurdistanê dicivin, da bizanin çi girft û krîz di warê abor, siyasî û leşkerî de hene.
Dizeyî got: “Em wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi wezîrên derve yên Beneluxê behsa rewşê dikin, bi hêvî ne ku ew zêdetir piştevan û hevkar bin.”
Li gor malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê jî, wezîrên derve yên Beneluxê serdana binkeyên rahênankirina hêza Pêşmerge yên ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve tê kirin, dikin.
Welatên “Benelux” yekîtiyeke aborî ye, di sala 1944an de di navbera her sê welatan Belçîka, Holanda û Luksemburgê de hat damezrandin, ku wê demê ji aliyê Almanya ve dagîrkirî bûn û li Londonê ew rêkeftin hate îmzekirin. Di sala 1947an de jî dest bikar kir û bi Yekîtiya Beneluxê ya aborî hate nasîn.

