Encûmena Asayişa derbarê de Helebê de biryar da
Encûmena Asayişa Navdewletî li ser biryarekê derbarê çûna çavdêran ji bo Sûriyê qebûl kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Encûmena Asayişa Navdewletî li ser biryarekê derbarê çûna çavdêran ji bo Sûriyê qebûl kir.
Ferensa projebiryarek derbarê çavdêrîkirina proseya veguhestina welatiyan ji rojhelatê Helebê amade kirbû, lê ji aliyê Rûsya gefa bikaranîna Veto hate xwaribû, ku di egera dengdanê li ser de bikar bîne. Piştî ku projebiryar hat guhartin û têbînên Rûsyayê li ser hatin standin, îro Encûmena Asayişa Navdewletî dengdan li ser kir û hate qebûlkirin.
Projebiryara 2328, pêşbînî li wî tiştî dike ku şopandina çavdêrên navdewletî û demildest pêşkêşiya alîkariya mirovî ji bo sivîlên Helebê çê bibe.
Di biryarê de ji hemû aliyan tê xwestin ku, bo çavdêran di ketina hemû herêman de destûra bêasteng bidin û parastina hemû sivîlên ku çûne yan jî yên biryara manê dane bê standin.
Proseya veguhestina welatiyan ji rojhelatê Helebê û herdu bajarokan Kefreya û Fue rastî rexne û tuhmetan tê, ku qaşo herdu alî, hikûmet û opozîsyon binpêkirinan encam didin.