Amerîka û Îranê balyozxaneyên xwe li Tirkiyê daxistin
Piştî kuştina Balyozê Rûsya yê li Enqerê Andrey Karlov, Amerîka û Îranê biryar da dan ku balyozxane û konsulxaneyên îro daxin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî kuştina Balyozê Rûsya yê li Enqerê Andrey Karlov, Amerîka û Îranê biryar da dan ku balyozxane û konsulxaneyên îro daxin.
Şeva borî Balyozê Rûsya yê li Tirkiyê Andrey Karlov di dema beşdarîkirin di pêşangeheke wêneyan de li bajarê Enqerê rastî êrişeke çekdarî hat û di encamê de canê xwe jidest da.
Amerîka û Îranê bo maweya rojekê, biryara daxistina balyozxane û Konsulxaneyên xwe yên li Tirkiyê dan.
Balyozxaneya Îranê ragehand, îro Balyozxaneya Enqere û Konsulxaneyên Erzirom û Trabzonê dê neyên vekirin.
Her wiha ji welatiyên îranê hat xwestin ku serdana van avahiyan nekin.
Balyozxaneya Amerîka jî da xuyakirin, îro Balyozxaneya Enqerê û konsulxaneyên Stenbol û Edene nayên vekirin.