Penaberên Helebê berê xwe didin Kîlîsê

Piştî şerê navxweyî yê Sûriyê gelek kes bûn penaber û ketin ser rêyeke nediyar. Bi taybetî jî ji Helebê bi sedhezaran kesan berê xwe dan Tirkiyê û Bakûuê Kurdistanê. Yek ji van kesan jî Welîd Elo ye ku li Helebê dikana wî ya Berberiyê hebûye û yek jî Elî Hemoş e ku wî amadekariya xwendina mamostetiya zimanê İngilîzî dikir.

K24 – Kîlîs

Piştî şerê navxweyî yê Sûriyê gelek kes bûn penaber û ketin ser rêyeke nediyar. Bi taybetî jî ji Helebê bi sedhezaran kesan berê xwe dan Tirkiyê û Bakûuê Kurdistanê. Yek ji van kesan jî Welîd Elo ye ku li Helebê dikana wî ya Berberiyê hebûye û yek jî Elî Hemoş e ku wî amadekariya xwendina mamostetiya zimanê İngilîzî dikir.

Yek ji bajarên Bakurê Kurdistanê yê ku bûye stargeha penaberan jî Kîlîs e, ku hejmara penaberan ji hejmara niştecihên Kîlîsê zêdetir bûye. Yek ji van penaberan jî Welîd Elo ye ku ew bi xwe ji xelkê Helebê ye. Piştî şerê Sûriyeyê, Welîd Elo berê xwe daye Kîlîsê. Welîd Elo dema li Helebê bûye, dikana wî ya berberiyê hebûye. Lê niha ew neçar e ku ji bo debara malbata xwe bike, li Kîlîsê wekî şagirt berberiya xwe bidomîne.

Welîd Elo ji K24ê re çêroka xwe vegot: "Dema ez li Helebê  berber bûm, dikana min û xaniyê min hebûn. Dikana min û mala min hatin bombekirin. Ez neçar mam ku werim Kîlîsê. Niha li vê dikanê  şagirtiya berberî dikim. Dayîk û bavê min li Azezê  ne û ev bûn 2 sal min ew nedîtine. Min gelek bêriya dayîk û bavê xwe kiriye, vî şerî me ji hev bêpar kir."

Navbera Kîlîsê û Helebê 70 k.m e û Welîd Elo diyar dike ku ev der nêzîkî bajarê wî ye, lewra ew naxwaze here devereke dûrtir. Li Kîlîsê wekî Welîd Elo, gelek penaber hene û dema ew bêriya bajarê xwe dikin, li hev dicivin. Elî Hemoş jî yek ji van kesan e ku xeyalên wî nîvco mane. Elî Hemoş amaje dike ku eger şerê Sûriyê xilas bibe jî ew naxwaze vegere Sûriyê, ji ber ku  nas û hevalên wî di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane.

Elî Hemoş dibêje: "Min li ser beşa mamostetiya Îngîlîzî, amadekariya zanîngehê dikir. Lê şer dest pê kir û em ji Helebê derketin. Niha ez li Kîlîsê dijîm. Mirovên vê derê baş in. Lê tu der nabe welatê mirovan. Ji ber ku ez bêriya Helebê dikim, gelek caran têm cem Welîd û li vê derê porê xwe kur dikim. Sebra min li vir tê."

Li aliyekî Welîd Elo û li aliyekî jî Elî Hemoş; yekî xwişka xwe wenda kiriye û malbata wî li 7 bajaran belav bûye û yekî jî xeyalên xwe di bin bajareke wêran de hiştine. Ew niha li benda xilasbûna şer û hatina aramiyê ne.