Artêşa Tirkiyê: Li Babê 12 çekdarên DAIŞê hatine kuştin

Sererkaniya Tirkiyê ragihand, Li Babê 12 çekdarên DAIŞê di encama topbaranan de hatine kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sererkaniya Tirkiyê ragihand, Li Babê 12 çekdarên DAIŞê di encama topbaranan de hatine kuştin.

Sererkaniya Tirkiyê derbarê operasyona Cerablûsê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û da zanîn ku di 24 demjimêrêm dawî de li dijî DAÎŞê li Babê operasyon pêk hatiye û 140 bingehên DAÎŞê hatine tune kirin. Herwiha 12 çekdarên wê jî di encama topbaranê de hatine kuştin.

Sererkanî duh jî ragihandibû ku 68 endamên DAÎŞê di encama topbaran û operasyonên asmanî de hatibûn kuştin.

Tê zanîn jî Artêşa Tirkiyê roja 21 mehê di daxuyanyekê de ragihandibû, ku di şerê li Babê de 14 leşkerên wê hatin kuştin û 33 din jî birîndar bûn.