Krîstayanên Bakur îsal jî pîrozbahiyan nakin

Mesîhîyên li Bakurê Kurdistanê jî, bi hatina Noelê kêfxweş in, lê daxwaza rawestandina kuştina mirovan û geşbûyîna hevqebûlkirin û aramiya civakî dikin. Hin Mesîhiyan sala borî ji ber şer û pevçûnan nikaribûn pîrozbahiyan bikin. Li Diyarbakirê mesîhiyên Ermen dibêjin ji ber dêra wan nema ye îsal jî nikarin pîrozbahî bikin.

 

K24 – Diyarbekir

Mesîhîyên li Bakurê Kurdistanê jî, bi hatina Noelê kêfxweş in, lê daxwaza rawestandina kuştina mirovan û geşbûyîna hevqebûlkirin û aramiya civakî dikin. Hin Mesîhiyan sala borî ji ber şer û pevçûnan nikaribûn pîrozbahiyan bikin. Li Diyarbakirê mesîhiyên Ermen dibêjin ji ber dêra wan nema ye îsal jî nikarin pîrozbahî bikin.

Hatina 25ê Berçele yanî Noelê li Bakurê Kurdistanê jî, ji aliye Mesîhîyan ve bi coş û kêfxweşî tê dîtin, lê ji ber şer û pevçûnan hin ji wan îsal jî nikarin pîrozbahî bikin, Krîstyanên ku pîrozbahî dikin jî ji ber şer û kuştinan dilnîgariya xwe tînin ziman.

Papazê Dêra Krîstyanên Protestant a Diyarbekirê Ahmet Guvener bal kişand ku ji ber şer û pevçûnan, wan sala borî neçar mane ku li Mêrdînê pîrozbahî bikin. Lê îsal dê li Diyarbekirê pîrozbahiya xwe bikin. Guvener anî ziman ku şer û aloziyan jî, gotarên li dijî bawerî û nasnameyan jî wan dilnîgar dike.

Papazê Dêra Diyarbekirê Ahmet Guvener ji K24ê re li ser vê boneyê got: "Em meh e amadekariyên xwe dikin ji bo Noelê. Lê belê li vê heremê pirsgirêkên mezin rûdan û didin. Em jî dixwazin bi pîrozbahiya îsal ya noelê, mesaj û hêviya rewşa aram û bê aloziyan bidin."

Serokê Komeleya Krîstyanên Ermen Gafûr Ohanyan jî, ji bo K24 da zanîn ku, ji ber Dêra wan li aliyê Sûrê ku hatiye rûxandin û qedexe jî lê didomeye, loma îsal jî nikarin pîrozbahî û ayînên xwe bikin. Ohanyan jî daxwaz kir ku demek zûtirîn dêra wan bê temîr kirin, lê beriya wê daxwazê, hêvî û daxwaza dike ku li vî welatî aştî û aramî pêkwere.

Ohanyan got jî: "Hatina Mesîh despêkeke nû ye. Tê wateya ku tiştên xirab û nebaş hemû li paşde bimînin û tiştên baş û qenc pêkwerin, tê bîro mirov."

Dêr û ciyên ayînê yê Krîstyanan bi giştî li Sûr a navçeya Diyarbekirê ne. Sala borî ji ber şer û aloziyan li Diyarbekirê ti pîrozbahî nehtibû kirin. Îsal jî ji ber ku dêra Kildan û Ermenan li aliyên qedexe mane û zirar dîtine cemaetên wan jî nikarin ayîn û pîrozbahiyê bikin.