Kaynak: Nahêlin Şingal bibe Qendîla duyem

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê dibêje, ewlehiya welatê wî ji Iraq û Sûriyê ve dest pê dike. Herwiha got jî, welatê wî nahêle Şingal bibe Qendîla duyem.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê dibêje, ewlehiya welatê wî ji Iraq û Sûriyê ve dest pê dike. Herwiha got jî, welatê wî nahêle Şingal bibe Qendîla duyem.

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Weysî Kaynak îro ragihand, ewlehiya welatê wî ji Iraq û Sûriyê ve dest pê dike, ji ber vê yekê divê sînorê xwe biparêzin. Herwiha got jî, divê Ewropa ji bîr neke ku ewlehiya wê jî ji Tirkiyê ve dest pê dike.

Kaynak amaje bi dubare çalakirina deriyê sînorî Çobanbay li Kilîsê yê li hemberî bajarokê Raî yê li bakurê Helebê ye kir û got, ewê careke din wî deriyê sînorî vekin û wan biryar dane ku navendeke lojistîk ya pêşketî li navçeyê ava bikin, da ku alîkariyan bigihînin wê navçeyê.

Herwiha Kaynak got ku, welatê wî nahêle Şingal bibe Qendîla duyem, ku heta niha PKK wek baregeha xwe li Başûrê Kurdistanê bikar tîne.