Li Dîlok û Mêrsînê 80 HDPyî hatin girtin
Di operasyonên li dijî PKK\KCKê de ji 113 kesên li Mêrsînê hatibûn binaçavkirin, 65 kes hatin girtin. 15 endam û rêveberên HDP û DBP, bi tometa endamtiya PKKê hatin girtin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di operasyonên li dijî PKK\KCKê de ji 113 kesên li Mêrsînê hatibûn binaçavkirin, 65 kes hatin girtin. 15 endam û rêveberên HDP û DBP, bi tometa endamtiya PKKê hatin girtin.
Parêzgariya Mersînê ragihand ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mersînê ve li dijî endamên PKK\KCKê operasyonek hatiye destpêkirin. Serdozgeriya Komarê derbarê 155 kesan de biryara girtinê daye. Lê di encama operasyonên polîsan de 113 kes hatine binçavkirin. 65 kesên di çarçoveya operasyonan de hatine binçavkirin piştî lêpirsîna derheqê wan de hatin girtin. 48 kes jî serbest hatin berdan.
Hevşaredarê DBPê yê Akdenîzê Fazil Turk jî di nav de biryara girtina 42 kesan heye û hê jî ew kes nehatine binçavkirin.
Li bajarê Dîlokê jî ji 36 kesên 21ê Berçele hatibûn binçavkirin, 15 endam û rêveberên HDP û DBP, bi tometa endamtiya PKKê hatin girtin, 17 kes jî bi kontrola dadî serbest hatin berdan.