Valakirina kampa Êzidiyan ya Diyarbekirê di rojevê de ye

Bi pirsiyarnameya Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Diyarbekirê Feleknas Ûca ku ew bi xwe jî Êzidî ye, valakirina kampa ku Êzidî lê dimînin a Diyarbekirê hat rojevê.

K24 – Diyarbekir

Bi pirsiyarnameya Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Diyarbekirê Feleknas Ûca ku ew bi xwe jî Êzidî ye, valakirina kampa ku Êzidî lê dimînin a Diyarbekirê hat rojevê.

Feleknas Ûca bi pirsiyarnameyeke ji 13 xalan pêkhatî, di 26ê Berçele de li Parlamentoya Tirkiyeyê ji Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yidirim pirsa îdîayên ku Kampa li Diyarbekirê ya Êzidiyan tê valakirin pirsîbû.

Pirsiyarname bi fermî nehatiye bersivdayîn, lê hatiye ragihandin ku lijneyeke ji 5 kesî pêkhatiye bi rêvbiriya Qayûmê Şaredariya Nû yê Diyarbekirê, ji bo valakirina kampê hatine peywirdar kirin. Li gor agahiyên daxuyandî, dê Êzidiyên li Kampa Diyarbekirê, ji bo Kampên penaberan yên ser bi Rêvebiriya Rewşên Lezgîn û Afatê (AFAD) bên veguhastin.

DAIŞê di 2014-an de êrişî Şengalê kiribû û bi 10 hezaran Êzidî penaber bûbûn û teqrîben 7 hezar ji wan li vê Kampê hatibûn bicîh kirin. Piştî ku di 2015-an de, Şengal ji aliyê Pêşmerge ve ji destê DAÎŞê hat rizgarkirin jî gelek ji wan vegeriyabûn, lê hezar û 29 Êzidî li Kampa Diyarbekirê mane.

Malbatêm Êzidî jî, ji îdîayên veguhastinê nerazîne.